Hilbijartinên Iraqê: Zêdeyî 5 hezar koçberên Şengalê nekarî tevlî dengdana taybet bibin

Di dengdana taybet a serdema 6'emîn a Parlamenta Iraqê de navê zêdeyî 5 hezar koçberên Şengalî yên li wîlayeta Dihokê li kampan û derdora wan dimînin di lîsteyê de cih negirt.

Îro di saet 07:00’an de bi tevlîbûna 1 milyon û 340 hezar û 517 dengdêrên ji hêzên ewlekariyê û koçberan pêk tê, li tevahî parêzgehên Iraq û Herêma Kurdistanê dengdana taybet ya dema 6’an ya Parlementoya Iraqê dest pê kir. Dengdan wê heta saet 18:00’ê êvarî dewam bike.

Li gor agahiyan navê zêdetirî 5 hezar kesên ku xelkê Şengalê ne û li kamp û derveyî kampên li parêzgeha Dihokê dimînin, navên wan ji bo dengdanê nehatine û nikarin îro tevlî dengdanê bibin.

Berpirsên komîsyona hilbijartinê yên deverê jî diyar dikin ku kesên navên wan nehatine, wê bikarin roja 11’ê Mijdarê tevlî dengdana giştî bibin û ji bo dengdanê jî dikarin herin sinorê Şengalê û derdora wê dengê xwe bidin.

Hêjayî gotinêye, 26 hezar koçberên li sinorê parêzgeha Dihokê li nava kampan û derveyî kampan mafên wan yên dengdanê hene. Wê ev koçber îro tevli hilbijartina taybet bibin.